Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Derdarên ku dersan didin zarokên penaber ên ji Sûriyeyê hatîn ji bianetê re gotin mafên wan tê xwarin.
Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtîya Ewropayê û Wezareta Perwerdeyê bi bernameyeka hevbeş zarokên Sûriyeyî perwerde dikin.
Dersdarên ku bi bernameya entegrasyonê dersê didin zarokan diyar kirine ku ew tên mecbûr kirin ku karên di hevpeymana wan de neyî, bikin.
“Em di dema betlaneyê de ji bo malan têne şandin. Ji me re tê gotin herin li wan navnîşanan xwendekaran peyda bikin. Em diçin cihên welê ku em ji ewlehiya canê xwe nepiştrast in. Lê em mecbûr dibin...
“Rantek li ser milê me tê bidestxistin lê keda me tê xwarin.”
Wezareta Perwerdeyê diyar kiriye ku derdarên sîstemê dikarin salane 21 rojan biçin betlaneyê. Dersdaran jî diyar kiriye ku dibistan destûrê nade dema ew bixwazin wî mafê xwe bi kar bînin.
Li gor bersiva wezaretê sala 2016ê îmtihanek hatiye kirin. Bi îmtihanê 6 hezar û 200 kes wek dersdar hatine wezîfedarkirin. Sala 2018ê hevpeymana dersdaran 3 salên dî jî hatiye dirêjkirin.
Di betlaneya nîvê salê de 4.200 dersdar ji bo peydakirina xwendekarên ji Sûriyeyê hatine wezîfedarkirin. Dersdaran li medyaya civkî nerazîbûna xwe diyar kiriye.
Derdaran xwestiye ew li kadroya wezretê bêne zêdekirin û mafên wan neyê binpêkirin.
(RT/MB)