Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Karî û Tenduristiya Karkeran (ISIG) heta meha Kanûna Paşiyê ya 2019an di 11 mehan de, herî kêm 60 karkerên zarok di dema karkirinê de mirine. ISIGê destnîşan kiriye ku di nava salên 2013 û 2019'an de jî herî kêm 419 zarok mirine.
Di 11 mehan de 1606 karker bûne qurbanî. Ji van karkeran 99 karkerên penaber û 67 karker jî zarok bûne. Li gorî dane û raporên sendîka û meclîsên karkeran ên hatine amadekirin, li Tirkiyeyê di meha Kanûna Paşiyê de de 126 karker bûne qurbanî.
Di meha Kanûna Paşiyê de 159, di Sibatê de 127, di Adarê de 114, di Nîsanê de 153, di Gulanê de 163, di Hezîranê de 125, di Tîrmehê de herî kêm 163, di meha Tebaxê de jî herî kêm 149, di meha Îlonê de 147, di meha Çiriya Pêşiyê de herî kêm 158 û di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm 126 karker mirine. Di 11 mehên sala 2019'an de 1606 karker mirine. (FD)