Fotograf: needpix.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro wê roj bê girtin. Ev girtina rojê ya duyem e ku wê di sala 2022yê de pêk bê. Wê îro beşek ji rojê bê girtin û li Ewropayê, Bakur-rojhilatê Afrîkayê û Rojhilata Asyayî pêk bhe. Îzlanda, Hindistan, Çîn û Tirkiye jî wê bê dîtin.
Li gorî texmînan wê herî baş roj li Rûsyayê bê girtin ku wê heyv ji sedî 82yê wê bigire. Li Ewropayê jî di navbera ji sedî 15-30ê de wê bê girtin.
Roj li gorî saeta Tirkiyeyê wê di navbera 12.40 deqîqeyan û 15.05 deqîqeyan de bê girtin û herî zêde wê saet di 13.50 deqîqeyan de pêk bê. Di vê saetê de wê ji sedî 50ê rojê bikeve paş heyvê.
Hûn dikarin bi rêya vê lînkê bi rengekî zindî li rojgirtinê binêrin.
(TY/FD)