Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bikarhênerên Whatsappê êdî wê bikaribin bibêdengî ji koman derkevin, her weha wê bixwazin diyar bikin ku bê kî bikaribe rewşa wan a online bibîne û kî nebîne.
Niha dema kesek ji komeke Whatsappê derkeve, yekser ji endamên komê re peyam diçe û ew tên agahdarkirin.
Metaya ku xwediyê sepanê ye, gotiye ku tedbîrên nû yên ewlekariyê wê ji vê mehê û pê de li Ingilistanê bên bikaranîn.
Li gorî nûçeya ku BBC Tirkiyê weşandiye, CEOyê Metayê Mark Zuckerbergerî gotiye, ev taybetmendî wê bike ku mesajên Whatsapê "bi qasî axavtinan biewle û veşartî" bin.
Whatsappê dîsa taybetmendiyeke din jî ragihandiye Li gorî vê ragihandinê, bikarhêner wê bikaribin diyar bikin ku bê kî bikaribe rewşa wan a online bibîne û kî nebîne. (AÖ/FD)