Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî aşkere kiriye ku di nava du hefteyan de hejmara nexweşên Covid-19ê li gorî berê ji sê qadan zêdetir bûye.
Li gorî îdiayan, ji ber zêdebûna hejmara nexweşan wê di mehên pêş de bikaranîna maskeyan dîsa mecbûrî bibe. Rojnamegeran ev îdia ji Kocayî pirsîne. Kocayî gotiye ku Covid-19 êdî weke bapêşê ye lê ji bo kal û pîran û nexweşiyên wan ên giran hene, xetere ye.
Daneyên hefteya borî
Wezareta Tenduristiyê duh daneyên Covid-19ê yên heftane aşkere kiriye. Li gorî van daneyan di navbera 13 û 19ê Hezîranê de testên 10 hezar û 954 kesan pozîtîf derketine, 19 kes mirine, 7 hezar û 653 kes jî ji nexweşiyê baş bûne.
Di herdu hefteyên destpêkê yên meha Hezîranê de hejmara nexweşan li derdora 7 hezar û 500î bû. Li gorî daneyên nû, hejmara nexweşan ji sedî 50î zêdetir bûye.
Ji 11ê Adara 2020ê ango roja ku yekem nexweş li Tirkiyeyê hatiye dîtin û heta niha, hejmara nexweşan gihîştiye 15 milyon û 696ê. Li ser hev 99 hezar û 15 kes mirine. Heta niha li ser hev 147 milyon û 818 hezar û 598 doz derzî hatine kirin.
10 bajarên ku rêjeya derzîlêdanê herî bilind e: Osmaniye, Ordû, Amasya, Mûgla, Kirklarelî, Çanakkale, Eskîşehîr, Balikesîr, Manîsa û Zongûldak.
Bajarên ku rêjeya derzîlêdanê herî kêm e: Riha, Êlih, Sêrt, Amed, Çewlig, Mûş, Mêrdhin, Bedlîs, Agirî û Elezîz.
WHO û FDAyê daxuyanî dane
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO/RTC) û Beşa Xwurek û Dermanan a Amerîkayî (FDA) daxuyanî dane û gotine ku bila li dijî varyantên nû, antîjenan bixin nava derziyên Covid-19ê.
Nîşaneyên varyantên nû çi ne?
- Sincirîna zêde a laşî, kuxik û bêhnçikandin
- Westabûn û bêmecalî
- Êşa laşî, ser û qirikê
- Difna girtî yan jî herikandina difnê
- Vebûna ji xwarinê û navjêçûn
- Kêm be jî hest bi bi bêhnê û tahmê nakin.
(AS/FD)