Aktîvîstên ekolojîyê yên Tirkiyeyê 22yê Gulanê li Amedê kom bûn. Di panelê de pirsgirêk û çareseriyên ekolojiyê nîqaş kirin.
Di panelê de mijara talankirina xwezayê û nezikatiya desthilatdariyê nirxandin, rewşa dawî ya Deşta Mûnzûrê, Heskîf, Bexçeyên Hewselê, Botan û çendîn cihên din gotûbêj kirin. Di encama panelê de encamnameyek hate weşandin.
Bixwîne - Li Amedê aktîvîstên ekolojiyê civînek li dar xist
Di encamnameyê de hatiye gotin ku "Di encama şer û polîtiqayên neolîberal de; pêşbirka dewleletan ya hilberîna enerjiya zêdetir, li qadên çandiniyê bi bikaranîna amûrên kîmyewî yên zede re belavbûna nexweşiyan, çemên di nav HES û bendavan de hatine girtin, vekirina qadên daristanan ji kedxwaran re, bajarên pençeşêrbûyî, yekdestdarî û yekçandiya li ser hilberîna çandiniyê, kûrkirina têkiliyên hiyerarşiyê û di encama serdestiyê de cîhan ji bo zindî û ne zindiyan hatiye asta ku nikarin lê hebûna xwe bidomînin."
Xalên ku di encamnameyê de derketine pêş ev in:
"Hewcêye ku bîreke kollektîv bê avakirin"
- Nakokiya di navbera xweza û kapîtalîzmê de careke din nişan dide ku divê lêgerîneke tekoşînê ya nû ku ji hawirdorparêziya klasik wêdetîr were pêşxistin. Li cihê nêrîna navendmirov divê tekoşîneke bihevrebûna hemû zindî –ne zindiyan diparêze were pêşxistin. Divê nîqaşa nêrîneke ku ne însan ne jî xwezayê digre navendê were kirin, rê û rêbaza tekoşîneke herduyan bi hev re were pêşxistin.
- Heskîfa ku dîroka wê digihîje hezar salan li pêşberî çavên hemû cîhanê hat tunekirin. Dîsa li ber çavên hemû cîhanî cihê ku em hevdîtina xwe lê dikin, ‘Sûrîçî’ya ku din av mîrateya çandiya UNESCOyê de ye hat talankirin. Divê rexnedayîna vê were kirin, balkişandin li ser vê hilweşînê bin û neye jibîrkirin. Li hemberî hilweşînê divê bîreke kolektif were avakirin.
"Jin û xweza girêdayê hevdu ne"
- Tekoşîna ekolojiyê di heman deme de tekoşîna azadiya jinan e. Ji ber vê pêwistiya li hemû qadên jiyanê reng û dengê jinan derkeve holê û li dijî têkiliyên desthilatdar ên li hemberî jinan xebatên pêwist bên meşandin.
- Dixwazin li Payîzavaya Wanê kana mermeran, li Geliyên Zorê û Sarimê HES’an ava bikin. Carînan bi hinceta ewlehîyê gundan vala dikin, bendavan çêdikin, daristanan dişewitînin, carînanjî ji bo kara zêdetir ya sermayedaran biçêkirina kanên kevir û madenan xwezayê talan dikin. Bi van rêbazan gelê li Tirkiye û Kurdistanê dijîn ji cih û warên wan dikin, dixwazin wan bê nasname bihêlin.
"Rihê berxwedanê pewiste ku berdewam bike"
- Deshilatdariya siyasî bi pêşkêşkirina hemû Tirkiyê ya ji sermaya xwecihî û navdewletî re heremên bi hezaran zindî lê dijîn ên wekî Bergama, Cerattepe û Kazdaxî jî ji zîndiyan xalî dike. Çiya deşt û zevîyên me yên bedewiyên xwezayî qurbanî bi dehan kanên zêr û kevir ên hatine avakirin an jî plansaziya avakirina wan hatiye kirin, dikin. Rihê berxwedanê yê li hemberî vê talanê derketiye holê hê jî berdewam dike, desthilatdariya ku forum û rexistiniya li wir nikare dakurtîne bi erîşên hêzên leşkeri dixaze bifetisîne. Berxwedana kul i Bergamayê di 1989’an de dest pê kir, li Kazdaxiyan di roja 425’an de berdewam dike. Tekoşîna rasterast û dadî ya yên niha berdewam dikin pêwîst e ku bi hemû tekoşînan û parêzvanên jiyanê re werin hevparkirin.
- Hat diyarkirin ku li Dêrsimê 145 heb kanên madenan hatine vekirin, gel neçar maye ku ji cihê dijîn koç bikin, xerabûneke micît qewimîye, li hemberî vê pêwistî bi tekoşîneke dadî û rêxistinkirina berxwedanê heye. Çemê Mûnzûrê û derdorên wê ji kirê (rant) û talanê re hatiye vekirin, li hemberî vê bi dehan serlêdanên betalkirinê bê dawî mane.
- Hat diyarkirin ku ji wêrankirinên ekolojiyê yên li Tirkiyeyê pêk tên re di heman astê de bertek nayê dayîn, bi taybetî wêrankirinên ekolojiyê yên li bajarên kurdan tê pîştguhkirin, neteweya serdest, li hemberî tekoşîna neteweya bindest weke ker, kor û lal be tevdigere. Li hemberî hemû pirsgirêkên ekolojiyê bi hinceta ewlehiya navendî bêdeng dimînin û tevlî tekoşînê nabin. Bi polîtiqayeke tunekirinê ya bi zanebûn erîşên li hemberî nixên kurdan yê hevpar berdewam dike. Niha li devera bi navê NEWALA QESABA ku gora komî ya bê serû bin e plansaziya çêkirina vîllayên dublex dikin. Navê wan jî dikin vîllayên jiyanê. Ev êrîşkirina nirxên me ye. Divê li hemberî êrîşên bi vî rengî li her deverî bi heman hestewariyê beyî ku bine rin li ku derê û tê sere kê perteka pêwist were nişandan.
- Wêrankirina li ser ekolojiyê û şer bi tenê li ser mirovan na, di heman deme de li ser ajalan jî neyînî bandor dike û wan neçarî koçkirinê dike. Ji ber zimanê ajalan tune nikarin derde xwe bejin. Li vir peywira me ya em bibin zimanê wan jî heye. Ji ber vê yekê hemdem tekoşîna li hemberî wêrankirina ekolojiyê û tekoşîna mafên ajalan a ku tu cudatî nake navbera ajalan were dayîn.
- Li hemberî xwezayê sûcekî pêk tê, ev sucekî navnetewî ye. Ji bo sûcên li hemberî xwezayê bikeve nav zagonên cezakirina dadî divê tekoşîn were dayîn. Xirabiyên li hemberî xwezayê weke sûcê kirkirinê, sûcê şer were qebûlkirin. Divê weke kirikirina ekolojiye were zanîn."
Ji bo tevahiya encamnameyê, bitikîne
(SY/FD)