Fotograf: flickr.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Rûsyayê rojnameger, nivîskar û navdar li dijî tevgera dagirkirinê ya Vladimir Putinî li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, bertek nîşan dane.
Elena Chernenko, nûçegîhana rojnameya Kommersantê kampanyayek li dijî şerî daye destpêkirin û zêdetirî 100 rojnamegerî piştgirî daye vê kampanyayê.
Rojnamegeran wiha gotiye: “Em, medyakar û pisporên derbarê polîtîkaya derve ya Rûsyayê de dinivîsin, operasyona leşkerî ya Federasyona Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, şermezar dikin. Şer ti carî nebûye rêya çareseriya pevçûnan wê nebe. Ji bo vê ti mahne nîne.”
Xebatkarên saziyên medyayê yên weke RBC, Novaya Gazeta, Dozhd, Ekho Moskvy, Snob û The Bellê her weha rojnamegerên di dezgehên medyayên yên dewletê de kar dikin jî hene.
Medyaya serbixwe gotiye “Ji şer re na”
Piştî vê belavokê 30 saziyên medyaya serbixwe yên rûsî daxuyaniyeke hevbeş weşandiye û li dijî şerî derketine.
Saziyan navê Hevalbendiya Syndicate-100ê li xwe kiriye û wiha gotiye: “Hîn ev fersend di destê me de heye, em soz didin ku em ê bi dilsozî bibêjin bê ka çi dibe.”
Xelatgirê xelata Nobelê: Li dijî şer derkevin dikin
Xelatgirê Xelata Aştiyê yê Nobelî ya 2021ê û Berpirsê Giştî yê Weşana Novaya Gazetayê, Dmitriy Muratovî belavokek li dijî şerî weşandiye. Muratov bi salan e li Rûsyayê li dijî gendelî û pêkanînên antîdemokratîk têdikoşe. Muratovî Pûtîn şermezar kiriye û ji gelê rûs xwestiye ku li dijî şerî derkeve.
Zanyar: Em aştiyê dixwazin
Zêdetirî 370 akademîsyen û zanyarên rûsî jî li dijî dagirkeriyê nameyek weşandiye.
Name li ser malyera TrV-Naukayê hatiye weşandin û tê de wiha hatiye gotin: “Em rêzê nîşanî dewleta Ûkraynayê didin. Em xweşbînî nêzîkî vebijarkên cîranên xwe dibin. Em bwer dikin ku hemû pirsgirêkîn di navbera welatên me de wê bi aştiyê çareser bibin.”
440 hezar kesî îmze kiriye
Di vê navberê de li ser malpera Change.orgê jî ji bo şerê bi Ûkraynayê re bidawî bibe kampanyayek hatiye destpêkirin. Zêdetirî 440 hezar kesî ev kampanya îmze kiriye.