Beriya niha bi 66 milyon sal berê li nîvgrava Yucatanê ya Meksîkayê astreoîdek li avê ketiye û di encamê de tsûnamiya 15 metro bilindahiya wê heye, çêbûye. Şopên pêlên vê tsûnamiyê yên fosîlbûyî peyda bûne.
Zanyarên ji Zanîngeha Louisanayê ev pêl bi rêya xuyangkirina sîsmîk tomar kirine ku li eyaleta Louisianayê di nava durdanên binaxkirî de ne.
Li gorî nivîsa di kovara zanistî ya bi navê Earth & Planetary Science Lettersê de hatiye weşandin, pisporan li cihê astreoîd lê ketiye, lêkolîn li ser axa ku metro û nîvê di bin erdê de kiriye. Di dema vê lêkolînê de dîtine ku her kîlometroyekê de pêlên fosîlbûyî hene û bilindahiya wan 15 metre ne.
Lêkolîneran gotiye ku ev pêl dema ber bi peravê hatine li bin guhê wan ava ketine ku kûrahiya wan 60 metro bûye.
Jiyana behrê bar kiriye ber bi bejahiyê
Li gorî nûçeya ku li Yeşil Gazeteyê weşandine, Gary Kinsland, nivîskarê xebatê di daxuyaniya xwe de gotiye ku "Beriya niha bi 66 milyon salî astreoîdeke mezin li bin guhê cîhanê ketiye û bi mezinahiya 11yan erd hejiyaye. Av ewqas kûr bûn ku tsûnamiyeke bilindahiya wê metro û nîv e çêbûye û her tişt xistiye ber xwe û biriye."
Lêkolîneran gotiye ku piştî lihevketinê jiyana li behrê ber bi bejahiyê ve bar kiriye û ya bejahiyê jî ber bi behrê ve. Her weha wan gotiye ku di vê demê de bi milyonan zindîwer mirine.
Bi salan e lêkolîn dihate kirin
Lêkolîneran bi salan e lêkolîn li ser bermahiyên vê bûyera tûnebûnê dikirin ku piştî astreoîd li bin guhê erdê ketibû, pêk hatiye.
Piştî vê bûyerê tsûnamiyek çêbûye ku pêlên behrê ji ber wê çûne gihîştiye bi hezaran kîlometro dûrî wî cihî, agirên gelekî mezin li daristanan derketiye û tozê hemû cîhanê dorpêç kiriye. (TP/FD)