* Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di encama lêkolînekê de derketiye holê ku li cîhanê bi awayekî zêde qeşayî dihele û ev her diçe zêdetir dibe. Ajansa Fezayê ya Ewropayê vê lêkolînê dike.
Li gorî lêkolîna ku di kovara The Cryosphere-ê de hatiye weşandin di navbera sale 1994 û 2017an de li cîhanê 28 trîlyon qeşayî heliyaye. Ev bi qasî hemû erda Ingilîstanê û tebeqeyeke qeşayiyê ya qalinbûna wê 100 metre ye.
Li gorî nûçeya DW Tirkiyê, di salên 1990î de 0,8 trîlyon qeşayî diheliya. Rêjeya wê di sala 2017ê de derkitiye 1,2 trilyonan.
Zanyaran diyar kiriye ku rêjeya helîna qeşayiyê her diçe zêdetir dibe û ji ber wê ye ku atmosfer û oqyanûs her diçin bêhtir germ dibin.
“Wê encamên mezin derkevin holê”
Thomas Slater, sernivîskarê lêkolînê gotiye ku di encama helîna qeşayiyê de wê ava behran bêhtir bilind bibe û di vê sedsalê de wê bandorê li wan civakan bike ku li kêleka behran dijîn.
Isobel Lawrence, yek ji lêkolîneran jî gotiye “Her qeşaya behran dihele, oqyanûs û atmosfer bêhtir enerjiya tavê dimijin. Ev jî dibe sede ku Arktîk ji cihên din ên gerstêrkê zûtir germ bibe.”
DYA dîsa wê têkoşînê ji bo iqlîmê bike
Di dawiya salê de wê li Glasgow, bajarê Skotlandê Konferansa Iqlîmê ya Cîhanî COP 26 bi rê ve biçe. Beriya wê, civîneke online ya ji bo du rojan pêk hatiye.
Angela Merkel, Serokwezîra Almanyayê, Boris Johnson, Serokwezîrê Ingilîstanê, Emmanuel Macron, Serokwezîrê Fransayê û John Kerry, Nûnerê Taybet ê Iqlîmê yê DYAyê beşdarî civînê bûne.
Kerry-yî gotiye, ji ber ku ew di dema Trumpî de ji derveyî têkoşîna iqlîmê mane, xemgîn in û ji ber vegera nava vê têkoşînê jî kêfxweş in. (TP/FD)