Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî wê gotûbêjek bi navê "Serpêhatiya Rewşenbîrî, Rewşenbîrê Kurd" pêk bê. Di bernameyê de Bîlal Ata Aktaş û Firat Aydinkaya wê bi moderatoriya Hîcran Cengîzê behsa rol û mîsyona rewşenbîran û rewşenbîriya kurdî bikin.
Di bernameyê de wê beşdar li bersiva van pirsan bigerin: "Rewşenbîr kî ye û peywira wî ya civakî çi ye, di civata kurdî de teqabûlî çi dike? Di maweyê dîrokê de li hemberî desthilatê xwedî helwesteke çawa ye?"
Bername wê 30ê Îlonê li Terasa avahiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî ya li Stenbolê, saet di 18.30 deqîqeyan de destpê bike. (FD)