Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUÎK) serjimara Tirkiyeyê ya sala 2021ê aşkere kiriye.
Li gorî daneyên TUÎKê, serjimara Tirkiyeyê di sala 2021ê de gihîştiye 84 milyon û 680 hezar û 273yê. Serjimara Tirkiyeyê di sala 2021ê da milyonek û 65 hezar û 911 zêde bûye ku par serjimar 83 milyon û 614 hezar û 362 bû.
TUÎKê diyar kiriye ku ji sedî 50,01 (42 milyon û 428 hezar û 101) mêr û ji sedî 49,9 (42 milyon û 252 hezar û 172) jî jin in.
Leza zêdebûna serjimarê ya salane di sala 2020î de ji hezarî 5,5 bû, di sala 2021ê de zêde bûye û dereketiye ji hezarî 12,7.
Di sala 2020î da rêjeya kesên li navenda bajar û navçeyan rûdinin ji sedî 93 bû, ev rêje di sala 2021ê de bûye ji sedî 93,2.
Rêjeya kesên li bajarok û gundan dijîn jî ji sedî 7an daketiye ji sedî 6,8an. (HA/FD)