Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê de rojnamegerekî ku xebatkarê radyoya herêmî bûye can daye. Hejmara miriyan derketiye 221an.
Li gorî nûçeya Zeynep Tufekçî Gulay li Ajansa Anadolûyê, balafirên şer ên Îsraîlê bi sê muşekan malekî li Kolana Şêx Ridvan ku li rojavayê Gazzeyê ye bombebaran kiriye.
Di êrişê de rojnameger Yûsûf Ebû Huseyîn ku xebarkarê radyoya herêmî ya bi navê dengê Qûdûsê bûye, miriye.
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Gazeyê de heta niha jê 63 zarok, 36 jin, 217 kes mirine.
Balafirên şer ên Îsraîlê di 15ê Gulanê de avahîya 13 qatî ku ofîsên El Cezîre û Assocîated Pressê jî tê de bûye, bombebaran kiribû. Piştî êrişê avahî bi temamî hatibû rûxandin.
Di 16ê Gulanê de jî Reema Saad, rojnamegera felestînî di encama êrişa Îsraîlê de can dabû.
Li gorî Sendîkaya Rojnamegerên Felestînê hêzên Îsraîlê di navbera salên 2000-2020an de herî kêm 46 rojanmegerên felestînî kuştine. Di şerê ku Îsraîlê birêvedibir yê sala 2014an de 16 kes hatine kuştin.
Bakûrê Gazzeyê:
Mirin: 60, Brîndar: 696
Gazze:
Mirin: 98, Brîndar: 408
El Vusta:
Mirin: 17, Birînda: 79
Han Yunus:
Mirin: 13, Brîndar: 73
Refah:
Mirin: 12, Brîndar: 51
(RT/AY)