Fotograf: Wezareta Berevaniyê ya Neteweyî
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Neteweyî(MSB) têkildarî êrişê daxuyanî daye û gotiye, “Di êrişê de cîhên ku sivîl lê dijîn kirine hedef, ji bo ku êriş were rawestandin wan Rûsya agahdar kiriye.”
Her weha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî êrişê wan bersiva hedefên hatine diyarkirin dane, yekîneyên ku li herêmê ne hatine agahdarkirin û pêşketinên li herêmê tê şopandin.
Wezaretê di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê de belav kiriye weha gotiye:
“Rokêtên dûravêj û mûşekên balistik ji Balafirxaneya Kiwêris a li Helebê ku li bin kontrola rejîma Sûriyê de ye, hatine avêtin. Bi vê êrişê cîhên sivîl lê dijîn û cîhên tenkerên petrole kirine armanc. Sivîlên k udi encama êrişê de birîndar bûne, hene.”
Wezaretê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku wan ji bo êriş were rawestandin Rûsya agahdar kirine.(PT/AY)