Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojî Kurd, yekem kovara kurdan e ku di sala 19ê Hezîrana 1913yê de derxistiye. Kovara ku mehê carekê hatiye weşandin bi tenê çar hejmar çap bûye.
Tahîr Baykûşak yek ji endamên Koma Xebatên Kurdolojiyê ye ku li ser Rojî Kurdê xebat kirine û ew weke pirtûk çap kirine. Baykûşakî ji bo Rojî Kurdê got, Armanca Rojî Kurdê jî ew e ku di derbarê kurdan de lêkolîn û nivîsîn ilmî biweşîne. Dema mirov li naveroka kovarê dinêre mirov dibîne ku heya radeyekî gihîştiye armanca xwe.
Bixwîne - Sêyem webînara "Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî": Hawar
Rojî Kurd di nava wê rewşê de dest bi weşanê kiriye ku li ser xaka Osmaniyan di Tîrmeha 1908ê de Meşrûtiyeta 2yem hatiye ragihandin. Kurdan cara pêşiyê mafê birêxistinbûn û weşanê di vê demê de bidest xistine. Kurdan cara yekem di vê demê de ango di sala 1912yê de rêxistineke ciwanan ava kirine ku navê wê Hêvî, Komeleya Xwendekarên Kurd bûye. Komeleyê di 19ê Hezîrana 1913yê da bi navê Rojî Kurd kovarek weşandine. Kovar di wê demê de weşana xwe kiriye ku Şerên Balkanan dewam dikir, di jiyana siyasî ya Osmaniyan de guhertinên mezin pêk dihat. Di vê kovarê de gelek rewşenbirên kurdan ên wê demê nivîsandine.
Komeleyê kovar ji bo fikrên nû di nava civakê kurdan de belav bike derxistiye. Lewre piştî demekê desthilatdariyê ev rewş ji bo xwe weke xetereyek dîtiye û weşana Rojî Kurdê bidawî kiriye. Weke ku di van demên dawî de jî em dibînin, kurdan wê demê jî, piştî girtina Rojî Kurdê bi navê Hetawî Kurdê kovareke din derxistine.
Tahîr Baykûşakî derbarê girîngî û bandora Rojî Kurdê de pirsên bianet kurdiyê bersivand.
Rojî Kurdê di kovargeriya kurdî de dikarîbû kevneşopiyek ava bike? Bandor li kovarên piştî xwe kiriye?
Dema di 19 Hezîrana 1913an de Rojî Kurd wekî weşana Komeleya Hêvîyê li Stenbolê dest bi weşanê dike dîroka kovargeriya kurd jî bi xwe re dide destpêkirin. Vê destpêkê di heman demê de nîşaneya kevneşopiyekê ye. Rojî Kurd di warê şêweyê de him Hetawî Kurd a ku di pirî waran de wekî berdewama wê xwuya dike him jî Kovara Jînê a serdema Mutarekeyê di bin tesîra xwe de hiştiye.
Bêguman her mirov û her berhem di bin tesîra dema xwe de ye û buyerên wê demê tesîr li wan dikin. Vê yekê ji bo Rojî Kurdê jî derbasdar e. Lê derfeteke kovaran jî ew e ku wekî rojnameyan zêde di bin tesîra buyeran de namînin û pirî caran li gorî armanca xwe weşana xwe didomînin. Armanca Rojî Kurdê jî ew e ku di derbarê kurdan de lêkolîn û nivîsîn ilmî biweşîne. Dema mirov li naveroka kovarê dinêre mirov dibîne ku heya radeyekî gihîştiye armanca xwe. Nivîskarên Kovarê di kovarê de wekî neteweperwerên pêşeng li ser mîrateya kurdî a dîrokî, wêjeyî, çandî û hwd.rawestiyane û di derbarê van mijaran de nivisîne.. Du şexsiyetên ku fikr û ramanên wan di kovarê de cih digrin û ji bo nivîskaran dibin referans Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî ne ku di warê fikra neteweperweriya kurdî de her dû jî hîmên bingehînin.
Çi girîngiya Kovara Rojî Kurdî di dîroka weşangeriya Kurdî de heye?
Kovara ku bi Tirkîya Osmanî û Kurdiya Kurmancî û Soranî weşana xwe çar hejmar domandiye di bin siya sansûr û lêpirsînê de maye. Nivîsên Kurdî di warê vegotina neteweperwer de ji yên tirkî zelaltir in lê ji ber van nivîsan yek ji nivîskarên kovarê M. Salih Bedirxan tê sirgûnkirin.
Li gorî pîvanên kovargeriya wê demê ya osmaniyan û miletên din tu dikarî rojî kurdê çawa binirxînî? Çi cidahî di navbera wan de heye?
Rojî Kurd dema tê weşandin jî û paşê jî wekî weşana netewî ya kurdan tê qebûlkirin. Di wê serdemê de kovarên netewî yên tirk û ereban jî tê weşandin. Di serdemekî ku pêkhateyên misilman ên dewleta Osmanî di bin tesîra bayê neteweprwer de ne kovar hatiye weşandin û rola xwe ya dîrokî pêk aniye.