Fotograf: etpoetica.wordpress.com
Ece tu ne xwedî gîyanekî yî tu ew bi xwe yî!
Hişê te, dilê te têra xwe tazî, têra xwe marjînal û “sîvîl” e!
Hevokên te hemû zagonên rêzimanê xira dikin û derveyî hevokên ji rêzê yên qalibkirî ne . Qaliba te dibe bê-qalibî…
Tu weke çemekî har î ku tim bi gujeguj diherike.
Fikr û bê-îtaatî diherike ji hibra te.
Ramanên te bi serê xwe hemû jiberkirinên jiyanê xira dikin.
“Hemama fikirînê” ya li vî welatî bêxwedî ye, kes zû bi zû naxwaze têkevê.
Te xwe weke haymatlosekî didît lê bêyî ku haya te jê hebe te ji çend hişên ku serî rakirine ji “xûz” ên xwe re, bûyî niştecîhekî biqedr û herûher mayî.
Li gorî ku tu dibêjî (û tu rast dibêjî) fikr û raman pir ji zû de koç kirîye ji van deran bêyî ku cardin vegere nav me. Lê tu bi pênûsa xwe tim li ber gerîyayî da ku me ji xwe mehrûm neke û me ji şewqa xwe bêpar nehêle.
“…Raman dê tim li penaberîyê be…(1982)” niha jî li penaberîyê ye hîn jî “dê” ye.
“Dîrok” bixwe tim hişê te mijûl dikir.. û kêfa te ji wan kesên ku bela xwe li wê û li îktîdarê nedixistin nedihat.
Te digot dewlet xûza mirovan e û kes hay jê nîne, behsa vê nake. Balkêş e Ece niha jî wisa ye û cardin kêm kes hay jê hene.
“Pirsîyarkirin” ji bo te têgeheke girîng bû da ku mirov ber xwe bibînin lê ji qewlî te ve li rojhilata navîn em jê noqsan bûn.
Ez te weke yekî ji “me” (em mirovên ku tim xwe weke rêwîyekê an jî penaberekî hîs kirine li her derê weke raman-birakê te O. Atay jî ku yek ji wan kesan e) dibînim. Tu weke çaya me ya qaçax bî ku mirov jê têr nabe…Mirov dixwaze tim bi te re mijûl bibe, birînên xwe yên bi sala ji kevnika ku îca têrika xwe qurmiçîye derxe û li ber hev raxe û ji hev re behsa dîrok, raman, xweza, mirov û zarokan bike. Zarokên ku tim zarok dimînin û nahêlin dê û bavê wan xêrê ji wan bibînin. Tu jî zanî Ece, ev erdnigarî ji zarokan hez nake û dibe ku wan weke zarok jî nabîne.
Birêz Ece “şexs”ên weke te kêm in, kêm-netew in! (DA/FD)