Weke têgeheke Marksîzmê, hişmendîya çewt (false conscîousness) tê vê wateyê: “ji rizgarkirina puxteya(kakilê) nifşa mirovî bêtir, zexmkirina fikra xulamîya mirovî vedibêje.”[1] Ango hişmendîya çewt ew tişt e ku nahêle mirov rewşa xwe ya “esil” ku tê de ye bibîne û dike ku mirov “bêyî haya xwe” ji rewşa xwe ya ku tê de ye hay jê nebe, gazinan neke û ser de têkeve xefka ku bi rastî jî rewşeke baş (!) de ye. Li gorî Marksîzmê sazî, navgînên medyayê, teşe didin hişmendîya mirovî.
Navgînên ragihandinê xizmetê ji çîna serdest re dikin da ku “rast”îyê ji mirovan veşêrin. Ne tenê ev, hêmanên weke bawerî, çand, huner, pergala polîtîk û fikrên fîlozofîyê jî di teşedayîna hişmendîya mirovan de xwedî roleke girîng in. Çîna serdest, bi rêya îdeolojîyên ku ji alîyê îdeologên wan ve tên “çê-kirin” (an jî tên avakirin) şikl dide hişmendîya mirovî. Ango bi rêya bîrdozîya xwe dike ku mirov hay jê nebe ku keda wî tê mêtin, ew tê xapandin û hay jê nabe ku ji “rast”îya xwe tê dûrxistin. Weke morîka xewê têxe guhê mirovan û wan têxe xeweke giran. Mirov dikare bibêje ku bi avakirina hişmendîya çewt merbendek li hişê mirovan tê xistin û mirov îca şaş dibînin, tişta ku nerast be jî li ber çavên xwe rast dibînin.
Îktîdar axlebî ji bo cîyê xwe xweştir bikin derewan dikin û hişmendîyeke çewt saz dikin. Li gorî hişmendîya çewt “rastî” ew tişt e ku îktîdar, çînên serdest dixwazin mirov bawerî wan, bawerî gotinên wan bikin û wan gotinên wan jî weke “rastîyekê” bipejirînin. Ji bo bikarin fikrên xwe empozeyî mirovan bikin bi hemû navgînên xwe gotinên xwe dubare sêbare dikin da ku mirov nema bikare ji navê derkeve û nema bizane ew “rastî”ya ku jê re hatîye gotin ne “rastî”ye di esasa xwe de. Di vê xapandinê de jî bawerîya “her çi hatibe gotin rast e”[2] gelkî girîng e. Ji ber ku çîna serdest bi rêya navgînên ragihandinê û yên din dike ku mirov bi vê bawerîyê bijîn û tev bigerin. Li ser meselê hewl didin ku “newekhevî”yê, “bêedaletî”yê, xizaniyê, nijadperestîyê (û hûn dikarin li vana zêdetir bikin) “norm-alîze” bikin.
Ez dixwazim bi xêrika vê têgehê li ser rewşeke ku di civaka me kurdan de heye çend tiştan bibêjim û dawî li nivîsa xwe bînim. Di civaka me kurdan de wexta zarok ne bi zimanê xwe yê zikmakî bi zimanekî din (bi pirranî jî ev ziman dibe zimanê serdestan) bê xwedîkirin an jî perwerdekirin, herçiqas ev ne rast û tendurist, ne li gorî mafên mirovan be jî ji alîyê piranîya dê û bavan û civakê ve ev yeka ha wisa nayê dîtin û li ser nayê ponijîn ka gelo ji bo çi zarokek bi zimanê xwe yê zikmakî nayê xwedîkirin û perwerdekirin? An jî tişta herî trajîk berî perwerdeyeke legal wexta ku li malê(!) bi zarokan re bi zimanekî din tê xeberdan û mirov dipirse ji bo çi li malê ne bi zimanê xwe yê zikmakî lê bi zimanekî din bi zarok re tê axivîn? Bersiva ku ji alîyê dê û bavan ve tê dayîn gelkî sosret e; “jixwe dê heya çend salên din here dibistanê qe nebe bila berîya wê hîn bibe baştir e (!) an jî wexta here dibistanê dê bêtir serkeftî(!) bibe û hwd.”
Ev bersiv, ev feraset mînakeke gelkî eşkere ya hişmendîya çewt e ku di civaka me de ava bûye û cîyê xwe girtîye. Ev tişta şaş weke rast tê dîtin û şexs hay ji vê çewtîyê nabe mixabin. Jixwe tişta ku ji civakê tê xwestin ku bawer bikin ev e. Lê di esasa xwe de wexta em li ser rewşa “xwe” baş bifikirin em ê hay jê hebin ku ev ne rastîya me ye; ev ew rastî ye ku ji me tê xwestin ku em wiha bawer bikin.
Helbet em di çarçoveya vê têgehê de li derûdora xwe binêrin dikarin mînakan zêdetir jî bikin lê min bi taybet xwest di vê mijarê de nirxandinekê bikim da ku em bikarin baldar û haydar bin ji rewşa xwe. Hewce ye em li hemberî “hiş”ê ku ji alîyê serdestan ve tê mêtin, tê xapandin hişyar bin. Û hêvî dikim em bikarin hay ji gelek rastîyên nerast hebin û xwe ji wan rizgar bikin. (DA/FD)
[1] Marshall, Gordon, Sosyoloji Sözlüğü, Werger.: Osman Akınhay, Derya Kömürcü, Weşanên Bilim ve Sanatê, Ankara 2009.
[2] Asa Berger, Arthur., Kitle İletişiminde Çözümleme Yöntemleri, Werger.: Murat Barkan, Uğur Demiray, Deniz Güler, Nazlı Bayram, Aslı Tunç, Nazmi Ulutak, A.Haluk Yüksel, Weşanên Zanîngeha Anadoluyê, Eskîşehîr 1996.