Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Adalet Agaoglû, yek ji navên girîng ên edebiyata Tirkiyeyê, di 90 saliya xwe de miriye.
Agaoglû, ev demeke ku nexweş bû û li nexweşxaneyê di beşa nexweşiyên giran de dihate dermankirin.
Semîh Gumuş, rexnegir û weşanger piştî mirina Agaoglûyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye:
“Vê sibê Adalet Agaoglû ji nav me bar kiriye. Yek ji girîngtirîn nivîskara edebiyata me bû. Romanên wê gelekî taybet bûn. Bêyî ku ez wê nas bikim, min derbarê du romanên wê de du pirtûkên biçûk nivîsandibûn. Paşê me hev nas kir. Em gelekî axivîn. Kekê Halîm, ew ê di vî fotografî de ew jî mirovekî gelekî taybet bû. Her tişt gelekî xemgîn e.”
Adalet Ağaoğlu'nu bu sabah kaybetmişiz. Edebiyatımızın en önemli yazarlarındandı. Romanları çok özeldi. Onu hiç tanımadan iki romanı hakkında iki küçük kitap yazmıştım. Sonra tanıştık. Çok konuştuk. Bu fotoğraftaki eşi Halim Ağbi de ayrıca özel bir insandı. Her şey çok üzücü. pic.twitter.com/bGNuq9YArB
— Se. (@semihgumus) July 14, 2020
Derbarê Adalet Agaoglûyê de
Nivîskar e.
Di sala 1929an de li Enqereyê ji dayik bûbû. Di sala 1950yî de Beşa Ziman û Edebiyata Fransizî ya Zanîngeha Enqereyê pedandiye.
Di sala 1946an de ji bo Rojnameya Ulusê nivîsên rexneyê yên li ser şanoyê nivîsandiye. Li Radyoya Enqereyê û li TRTyê gelek kar kirine. Helbestên wê di kovara Kaynakê de hatine çapkirin. “Bir Oyun Yazalım” (Em Lîstikekê Binivîsin), şanoya wê û Sevim Uzgorenê bi hev re nivîsandine di sala 1953yan de li Enqereyê hatiye lîstin.
“Ölmeye Yatmak” romana wê ya yekem e û di sala 1973yan de çap bûye. Di sala 1976an de “Fikrimin İnce Gülü”, di 1979an de jî “Bir Düğün Gecesi” hatine weşandin. Bi vê romana dawiyê Xelata Edebiyatê ya Weqfa Sedat Simaviyî di sala 1979an de û Xelata Romanê ya Orhan Kemalî jî di sala 1980yî de bi dest xistiye.
Yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan (İHD) e k udi sala 1986an de hatiye avakirin. Di Tîrmeha 2005an de dest ji endamtiya IHDyê berda ye.
Roman, çîrok, şano, bîranîn, ceribandin û name jî tê de bi gelek cureyan bi dehan pirtûk nivîsandiye. Bi dehan jî xelat wergirtiye. (TP/FD)