Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hejmara 15an a Kovara Dilopê derketiye. Kovar her ji du mehan carekê di warê çand, huner û polîtîkayê de weşanê dike. Ji ber nexweşiya Covid-19ê hejmara 14an a kovarê weke PDF hatibû weşandin lê vê carê bi awayê çapkirî derketiye.
Dosyeya Hejmarê
Navenda Lêkolînan a Sosyo-polîtîk derheqê axavtin û nivîsandina kurdî ya li bakurê Kurdistanê de encama lêkolînek weşandibû. Lêkolîner, li ser têkiliya rewşa sosyo-ekonomîk û bikaranîna ziman gihabûn encamên balkêş û rewşa nebaş a kurdî careke din li ber çavan raxistibûn. Kovara Dilopê jî di vê hejmarê de berê xwe daye vê meseleyê û dosyeya xwe li ser vê babetê weşandiye. Akademîsyen Cûma Çîçek di roportaja dosyeyê de li ser vê meseleyê nirxandin kirine û pêşniyarên xwe vegotiye. Kovar, dê di hejmareke din de jî ji vî aliyî ve li vê meseleyê bikole.
Kurdên Sovyetistanê
Kovarê di vê hejmarê de berê xwe daye kurdên sovyetistanê. Akademîsyen Sedat Ûlûganayî lêkolîn li ser kurdên ku li Sovyetistanê beşdarî 2yem Şerê Cîhanê bûne kiriye û di vê hejmarê de behsa vê mijarê kiriye. Ulugana bandora vî şerî ya li ser dengbêjiya kurdên Sovyetistanê bi kilaman nirxandiye.
Eskerê Boyîk jî di nivîsa xwe de qala tarîxa alfabeyên kurdî yên li Sovyetistanê kiriye.
Di vê hejmara kovarê de Recep Maraşlî, ku ew bixwe jî resam e, derheqê berhemdariya Sevada Grigoryanê ressam de nivisiye. Maraşliyî di vê nivîsê de afirîneriya Grigoryan weke çîrokbêjiyê destnîşan kiriye û gotiye ku berhemên wî “ji paş çiyayê Qafê hatine lê saf, xweşik û dilpak in”.
Di hejmara borî de Mesut Alpî li ser yekem şerê biyolojîk nivîsîbû. Alpî, di vê hejmarê de jî berê xwe daye jêrê Mêrdînê; Şerê Darayê ku weke yekem şerê kîmyewî tê dîtin.
Nazim Hikmet, Îdrîsê Bedlîsî, Dr. Qasimlo
Mihemed Ronahiyî li ser Nazim Hîkmetî nivîsiye di vê hejmarê de. Ronahiyî, têkiliya Nazim Hîkmet û kurdan, bi taybetî jî ya wî û Hejar Mukriyanî yê helbestvanê gewre, bi çavkaniya bîranînên Mukriyanî vegotiye.
Mehmet Bayrakî li ser Îdrîsê Bedlîsiyî nivîsiye ku carcaran sekna wî û têkiliyên wî yên ligel dewleta Osmaniyan dibe sebebê nîqaşan. Bayrakî, bi belgeyan qala têkiliyên wî yên ligel Osmaniyan kiriye û encamên van têkiliyan nirxandiye.
Fehîm Işikî jî behsa kuştina Dr. Qasimloyî û hevalên wî kiriye ku dê ji bo çareseriya kêşeya kurd ligel rayedarên Îranê rûniştina lê bi komployekê hatibûn kuştin.
Di vê hejmarê de Rohat Alakomî li ser Kurdistan-Sporê, Sezai Sarıogluyî li ser guldexwînên Hekariyê, Mecnur Laçinî jî li ser Anzeleyê nivîsandine.
Helbestvanên vê hejmarê Selîm Temo, Ralph Waldo Emerson û Suat Baran in ku Baran xelatgirê îsalîn ê Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ye. Her weha tabloyeke Fewzî Bîlgeyî dîsa di vê hejamarê de jî heye. (FD)