Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tarik Jasarevic agahiyên herî dawî yên têkildarî mirin û windahiyên ji ber lehiya li Lîbyayê aşkere kir.
Jaşarevîç li ser agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine wiha got: “Li gorî amarên dawî li Lîbyayê di lehiyê de 3 hezar û 998 kesan jiyana xwe ji dest dane, û 8-9 hezar kes jî winda ne.”
“Em dizanin ku di çend rojên dawî de 450 kes ji aliyê tîmên ji welatên cuda ve hatine rizgarkirin. Li gorî dîmenên satelaytê 2 hezar û 200 avahî ji lehiyê bandor bûne. “Ji 30 heta 35 hezar kes jî koçber bûne.”
Cîgira Şefê Lîbyayê yê Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Netewên Yekbûyî Rana Ksaîfîyê got, “Karesata lehiyê ya li Lîbyayê bû sedema koçberiyên nû. Gelek kes ji ber lehiyê mexdûr û koçber bûn û di deste wan de çi tiştek nema. Tê texmînkirin ku tenê li bajarê Derneyê 30 hezar û li bajarê Ecdebiye jî 3 hezar kes koçber bûne.”
Hikûmeta ku ji aliyê Meclîsa Nûneran ve li rojhilatê Lîbyayê hatiye wezîfedarkirin, Meclîsa Şaredariyê ya li Derneyê ji wezîfeyê girtiye.
Çi bûbû?
Di 10ê Îlonê de navîna Behra Sipiyê di bin bandora bahoza “Daniel”î de mabû. Bandora wê li rojhilatê Lîbyayê jî bûbû. Li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derneyê av rabûbû.
Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Netewî Abdûlhamîd Dibeybeyî, duh biryar da ku ji ber lehiyê ew ê li tevahiya welatî 3 rojan şînê gire bidin.
Desteya Serokatiyê ya Lîbyayê jî bang li welatên dost û saziyên navnetewî kir û daxwaza alîkariyê ji wan kir.
Li gorî daxuyaniya Xaça Sor, ji ber lehiyê 10 hezar kes winda ne.
Di 40 salên dawiyê de li rojhilatê Libyayê bi vê rêjeyê baran nebariyaye.
Di vê navberê de Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesûsî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamak weşand.
(AS/AY)