Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovahî ya Neteweyên Yekgirtî (OCHA) aşkere kir ku li bajarê Derneyê yê Lîbyayê, ji ber lehiyê 11 hezar û 300 mirov mirin û zêdetir ji 10 hezar kesî jî winda ne.
Li gorî daxuyaniya ku OCHAyê weşand, rewşa Dernayê “kambax e”. Lehiyê bandoreke gelekî mezin li Derneyê kir.
Di heman daxuyaniyê de hat nişandan ku li herêmên din ên Rojhilatê Lîbyayê, bi kêmanî 170 mirov mirin.
Tê pêşbînîkirin ku hejmar zêdetir bibe
Rayedarên Heyva Sor a Lîbyayê ji nûçegîhanê AAyê re diyar kir ku, hejmara kesên li rojhilatê welêt ji ber lehiyê mirine, ji 10 hezarî bihuriye û her ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tên kirin, wê ev hejmar zêdetir bibe.
Heman rayedarî got ku xebatên lêgerînê yên tîmên xwecihî û navnetewî dewam dikin, hejmara kesên dest ji cih û warên xwe berdane gihîştiye hezaran û ev kes li dibistanan hatine bicihkirin.
Çi bûbû?
Di 10ê Îlonê de navîna Behra Sipiyê di bin bandora bahoza "Daniel"î de mabû. Bandora wê li rojhilatê Lîbyayê jî bûbû. Li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derneyê av rabûbû.
Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Netewî Abdûlhamîd Dibeybeyî, duh biryar da ku ji ber lehiyê ew ê li tevahiya welatî 3 rojan şînê gire bidin.
Desteya Serokatiyê ya Lîbyayê jî bang li welatên dost û saziyên navnetewî kir û daxwaza alîkariyê ji wan kir.
Li gorî daxuyaniya Xaça Sor, ji ber lehiyê 10 hezar kes winda ne.
Di 40 salên dawiyê de li rojhilatê Libyayê bi vê rêjeyê baran nebariyaye. (AS/FD)