Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarokê Îgneadayê yê navçeya Demîrkoya Kirklareliyê, sê roj in li kesê piştî av rabûye û bi ber avê ketiye digerin.
Li Stenbolê 2 kes ji ber lehiyê mirin, li Aksarayê jî hîna li pitika ku bi ber avê ketiye digerin.
Li Kirklareliyê tîmên AFADê, Fermandariya Ewlehiya Peravan, yên lêgerîn û rizgarkirinê yên cendermeyan, yên agirkujiyê, yên rizgarkirina medikal yên navnetewî, yên lêgerîn û rizgarkirinê yên polîsan û yekîneyên leşkerî li herêma xaniyên bungalov lê ne, bi kamerayên termal li kesê winda digerin. Li vê herêmê, lehiyê xaniyên bungalov dabûn ber xwe. Xebatên lêgerînê vê sibê jî dewam kirin.
Li gorî nûçeya AAyê, li herêma Dola Sîsliyê, tîm li bin û derdora darên bi avê re herikîne dinerin. Li wê devera ku tesîsa bungalovan lê ye, av vekişiyaye.
Dol 5 kîlometro dirêj e. Li vê dere ji 900 kesî zêdetir mirov, tevî wesayitên karî, qurm û darên kom bûne radikin.
Gundiyên derûdorê û kûçikên hilmê jî alîkariyê didin xebatan.
Di 500 salên dawiyê de baraneke bi vî rengî nebariyaye
Duh destê sibê li navçeya Demîrkoyê ya Kirklareliyê, baraneke gûr dest pê kir. Baran li bajarokê Îgneadayê bû sedema lehiyê û rabûna avê.
Li gorî daneyên Karûbarên Avê yên Dewletê (DSI) di 500 salên dawiyê de baraneke bi vî rengî nebariyaye. Li gorî heman daneyan, di 24 saetan de her metrekareye 196 kîlogram baran bariyaye.
Li herêmê piştî baranê 12 kes winda bûbûn. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dest bi xebatan kiribûn. 6 kesên li daristanê asê mabûn, duh hatin rizgarkirin.
Li herêmê cenazeyên 5 kesan hatibû dîtin.
Derketiye holê ku xwediyê xaniyên bungalovan ew cih bêyî destûrnameya wî hebe ava kiriye. Ji ber wê jî bi sedema ku “bi zanabûn bûye sedema mirina ji kesekî/ê zêdetir” biryara desteserkirina wî hate dayîn. (AS/FD)