Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Dara Hênê, navçeya Çewlikê li derdora gundê Rîzê, ji bo çêkirina baregeheke leşkeri dest bi jêkirina daran kirine. Her weha rêyek jî tê vekirin. Cihê ku baregeh wê lê bê çêkirin, bi têlan hatine dorpêçkirin û wê der û dor bê ronîkirin.
“Me zirar nedaye ti kesî”
Gundê Rîzê di salên 1990î de hatiye valakirin. Welatî di van salên dawiyê de vegeriyabûn gundê xwe.
Gundiyên ku vîdeoyek ji Ajansa Mezopotamyayê re şandine, di vîdeoyê de dibêjin, xebatên tên kirin ziyanê didin wan û ajalên wan:
Çewlîg’in Dara Hênê (Genç) ilçesine bağlı Riz köyü kırsalında yapılacak kalekol için ormanlık alandaki ağaçlar kesildihttps://t.co/3k3MzwdfaPpic.twitter.com/IxyfoMTfYl
— Mezopotamya Ajansı (@MAturkce) August 28, 2023
“Em hemwelatiyên vî welatî ne. Me heta niha zirar nedaye ti kesî. Heke em li vir bijîn, em neçarin ajalên xwe biçerînin. Di danê şevê de her ajalek bi rexekê ve diçe. Divê mirov wan kom bike. Ji me re dibêjin ‘ajalên xwe neyînin van deveran, li van deveran neçerînin.’ Erê baş e em ê di nava van şert û mercan de çawa bijîn?”
(TY/FD)