Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Daristan û Çandiniyê Îbrahîm Yumakli aşkere kiriye ku şewata li Çanakkaleyê hatiye kontrolkirin.
Yûmakli gotiye ku şewata di 22ê Tebaxê saet di derdora 11.30an de li Çanakkaleyê derketîye û bandor li 11 gundan kirîiye hate kontrolkirin.
Li gorî daxuyaniya Yumakli; zirar gihişt nêzî qadeke 4 hezar û 80 hektaran, 3 mal bi temamî şewitîne û xisareke mezin gihiştiye 4 malan û 29 axûran.
Yumakli destnîşan kiriye û gotiye ku şewat di nava 48 saetan de hatiye kontrolkirin, tu ziyanên canî çênebûne.
2 hezar û 650 hektar jê qada daristanê bi giştî zirar gihiştiye qadeke bi qasî 4 hezar û 80 hektaran, di xebatên vemirandina şewatê de 10 balafir, 38 helîkopter û 290 wesayîtên bejahî hatine bikaranîn û 3 hezar û 174 personel li qadê xebitîne. Yumakli diyar kiriye ku rêbej û derbenda li trafîkê hatibûn girtin dîsa vekirine.
(TY/AY)