Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Agirê ku duh serê sibê li Çiyayê Gabarê derketiye, dewam dike. Agir li nêzîkî navçeya Basan a Şirnexê bi daristanê ketiye.
Li gorî nûçeya MAyê, ji ber bayî, agir belav bûye û heta niha ji bo vemirandinê ti tiştek nehatiye kirin.
Agirê ku du roj in dewam dike, ber bi goristana gundê Bûnisrayê ve belav dibe. Gundê Bûnisrayê di salên 1990î de hatibû valakirin.
Beriya demekê ew cihê ku agir lê derketiye, weke “herêma taybet a ewlehiyê” hatibû ragihandin û çûn û hatina sivîlan hatibû qedexekirin. (NT/FD)