Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Aksekiyê, navçeya Antalyayê vê sibê bi 5 helîkopter û 2 balafiran xebatên vemirandina agirî dewam dike.
Duh saetên nîvro li Taxa Kûyûcûkê agir bi daristanê ket û hewdanên ji bo vemirandina agirî dewam dikin. Gelek arazoz, wesayitên karî û yên agirkujiyê tevî karkerên daristanan tevlî xebatan dibin.
Şirnex
Li Şirnexê, li Çiyayê Gabarê jî agir bi daristanê ketiye. Li gorî zanyariyan agir li daristana Gundê Bûnisrayê ketiye ku ev gund di salên 1990î de bi darê zorê vala kiribûn. Li herêma ku agir bi daristanê ketiye, du kûleyên leşkeri hene.
Li gorî ku şahidan gotiye, li wê herêmê xebatên lêgerînê yên petrolê tên kirin û li ser hev dînamît hatine teqandin. Piştî wê jî agir bi daristanê ketiye.
Eskîşehîr
Agirê ku li navçeya Alpûyê ya Eskîşehîrê bi daristanê ketiye, hatiye kontrolkirin.
Duh li derdora Taştepeyê ya navçeyê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ketiye. Ji rêya bejayî û ya asmanî midaxele li agirî hatiye kirin. Di van xebatan de 14 arazoz, 5 tankêrên avê, 3 wesayitên agirkujiyê û 3 jî yên kar tevî zêdetirî 100 xebatkaran hewl dane agir vemirînin.
Li wê herêmê xebatên cemidandinê dewam dikin. (AS/FD)