Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Agirê ku li taxên Entax, Gom û Bamitniyê, yên Licêya Amedê bi daristanan ketiye, ji ber nehatiye cemidandin, dîsa bi daristanan ketiye.
Li gorî nûçeya MAyê, di nava meha dawî de cara sêyemîn e li heman herêmê agir bi daristanan dikeve. Şandeya bi pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo lêkolînê çû cihê şewatê. Di dema lêkolînê de bi şêniyên gundan re hevdîtin hatin kirin. Şêniyan got ku li gelek deveran fotokapan hene lê rayedaran dereng mudaxileyî şewatê kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku wesayîtên agirkujiyê yên ji bo vemirandina şewatê sewqî herêmê hatine kirin jî demekî kin piştre ava di depoya wan de xelas bûye.
Ji şêniyên gundê Entaxê Emîn Yaylikî cara ewil şewat ferq kiriye û di dema vemirandina şewatê de destên wî birîn bûne. Yayliyî gotiye: “Em serê sibehê saet derdora 10.00’an de bi şewatê hesiyan, tavilê li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi herêma şewatê ve çûn. Lê ji ber ku av tune bû, me nekarî tiştekî bikin. Me hewl dida bi şaxên daran agirî vemirînin. Lê ev bi têrî nedikir. Dema me digot vaye êdî vedimire, ji nişka ve hewa dihat û dîsa gur dibû. Heke koma agirkujiyê zû bi hawara me bihata, dê me zûtir vemirandibûya.”
Yaylikî di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kiriye ku li heman herêmê di demên berê de jî şewat derketine û ev tişt anî ziman: “Di vê şewatê de ne tenê daristan, ziyan gihişte malan jî. Du malên xizmên me şewitîn û ziyaneke mezin gihişte wan. Ji ber ku ne tenê mal lê boriyên ji bo avdanê kiribûn jî şewitîn. Çêrgehên sewalên me jî şewitîn. Ev halê me yê her sal e. Îsal cara sêyemîn e şewat derdikeve. Yên beriya vê zûtir hatibûn vemirandin. Em nizanin bê ka şewat çawa derdikevin. Di dema derketina şewatan û piştre de em kesekî nabînin lewma nikarin tiştekî bibêjin. Cihên şewat lê dest pê kirin nêzî rêyê ye.”
Li Marînûsê jî 5 roj in daristan dişewite
Li gundê Marînûsê yê Colemêrgê jî di 10ê Tebaxê de agir bi daristanê ketibû û ev agir hîna nehatiye vemirandin.
Piştî pênc rojan tîmên agirkujiyê midaxele li agirî kiriye û nehiştine bigihêje avahiyan. Lê ji ber gelek cihên ku rê pê nakevin, daristan hîna jî berdewam e.