Fotograf: Diyar Saraçoğlu
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berxwedana jîngehparêz û gundiyên İkizköyüyê a li Daristana Akbelenê di roja 11an de dewam dike.
Li Mîlasê, navçeya Mûglayê, jîngehparêz û gundiyên İkizköyüyê li dijî çêkirina kana madenan û birîna daran a ji bo vî karî, li ber xwe didin.
Kesê ku duh di dema midaxeleya cendermeyan de hat desteserkirin, bi şertê kontrola edlî serbest bû.
Parlamentera serdema 27an a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê parêzer Fîlîz Kerestecîoglû û Serokê Giştî yê Partiya ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Cavît Ûgûrî jî piştgiriyê didin çalakiyê.
Şaxê Koycegîzê yê Weqfa Çandê ya Anadolûyê ya Haci Bektaş Veliyî û Şaxê Mûglayê yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalî hatin qadê û qazanek aşure belav kirin.
Li cihê çalakiyê, slogana “Sermaye destê xwe ji daristanan vekişîne”, “Sermaye destê xwe ji ajalan vekişîne” berz dikin.
Li hêla din, bicihbûna cenderme û polîsan a li derdora qada berxwedanê berdewam dike. Lê îro jammer neanîn qadê.
Çi bûbû?
Şêniyên gund ji sala 2019an vir ve li dijî kana komirê ya YK Energy ya li Daristana Akbelenê têdikoşin.
Dema pêvajoya dozê dewam dikir, di 24ê Tîrmehê danê sibê de ekîbên cenerme şandin herêmê û birîna daran dest pê kir. Berxwedêrên İkizkoyê yên ku li herêmê dest bi çalakiyê kirin. Cendermeyan bi gaza rondikrêj û copan êrîşî wan kirin û ew desteser kirin.
Di 28ê Tîrmehê Dadgeha 1em a Rêvebiriyê ya Muğlayê cara sêyem serlêdana rawestandina birîna darên Daristana Akbelen red kir. (DS/AÖ/FD)