Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şewatên li herêmên cuda yên 4 bajaran hatin kontrolkirin lêbelê ya li Licê ya Amedê hê didome.
Amed
Şewata ku li qada daristanî ya li navçeya Licê ya Amedê dest pê kiriye, dewam dike. Li qada ku agir pê ketiye qereqol û baregeha leşkerî heye.
Li gorî nûçeya MAyê şewata daristanê ku ji ber sedemeke nediyar danê sibehê dest pê kiriye li qada daristanê ya di navbera Zengesor û mezraya Kortê ku serbi Licê ne didome.
Manisa
Şewata ku li qada daristanê ya li nêzî Taxa Ularcaya navçeya Somaya Manîsayê derketiye, danê vê sibehê hatiye kontrolkirin.
Her weha bi qasî 5 saetan midaxeleyî agir kirine. Li herêmê xebatên sarkirin û vemirandinê didome.
Antalya
Agirê ku duh li navçeya Demreyê li qada daristanê derketibû hatiye kontrolkirin. Di şewata ku li qada daristanê ya Taxa Davazlarê derketiye de jî bi qasî 1,5 hektar qada daristanê zirar dîtîye.
Mugla
Şewata daristanê ya ku li Kizildaga navçeya Menteşe ya Muglayê derketiye, bi mudaxeleya hewayî û bejayî hatiye kontrolkirin û li herêmê xebatên sarkirinê dewam dikin.
Bodrûm
Agirê ku li navçeya Bodruma Muğlayê derketîye bi mudaxeleya hewayî û bejayî hatiye vemirandin.
Di şewatê de bi qasî 5 hektar zirar li qadê ketiye. Li herêmê xebatên sarkirin û vemirandina êgir didome.
Herweha kusiyên ku li qada şewatê mane ji aliyê ekîb û welatiyan ve hatin rizgarkirin.
Kazdaglari
Şewata ku li Kazdaglariya di navbera navçeyên Edremît û Havrana Balikesîrê de derketiye, piştî mudaxeleya ji hewa û bejahiyê hatiye kontrolkirin.
(AS/AY)