Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro derbarê şewata ku şeva borî (26ê Tîrmehê) li quntara Çiyayê Cûdî ya di nava sînorê navçeya Silopiya ya Şirnexê de derketiye, daxuyaniyek daye.
Şewata ku li herêmê derketiye bi şeve re li qadeke berfireh belav bûye.
"Divê demildest tedbîr bên stendin"
Daxuyaniya HDPê ya derbarê şewata li quntara Çiyayê Cûdî de wiha ye:
"Yên ku li dijî xwezaya me şer dikin, bi şewata daristanan a bi salan e bi awayekî sîstematîk dewam dike, ekosîstemê tine dikin. Şewata ku li Cûdî dest pê kir û destûr nehat dayîn mudaxele bê kirin, dewama polîtîkayên dijminatiya li dijî gelê Kurd e."
"Divê demildest li dijî şewata li herêma ku lê hewl tê dayîn mirovan jê derxîne tevdîr bên stendin. Kesên ku dar û daristanên me qetil dike wê li bin kevin."
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, herêma ku şewat lê derketiye, nêzî qereqola leşkerî ye. Hatiye îddîakirin ku mudaxele li şewatê nayê kirin û ji ber sedemên "ewlehiyê" nahêlin welatî agir vemirînin.”
(TY/AY)