Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku li Kozan, navçeya Edeneyê îro di saet 08.44an de bi pileya 5,5an erd hejiyaye.
Erdheja di saet 08,44an de 11.27 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Her weha erdhej li bajarê Mêrsînê jî hatiye hîskirin.
Ji ber bandora erdhejê avahiyek beşekî wê rûxiyaye.
AFADê gotiye ji ber erdhejê heta vê gavê rewşeke nerênî nîne û ekîben me di amadebaşîyê de ne.
(AS/AY)