Fotograf: Medîne Mamedoglû / NûJINHA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koalîsyona Edaleta Îklîmê aşkere kiriye ku li Geliyê Godernê dar tên birîn. Geliyê Godernê di nava sînorên navçeyên Amedê, Lîcê, Qulp û Hezroyê de ye.
Koalîsyona navborî ji 75 rêxistinên ekolojik, mafparêz û ajalparêz pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de diyar kiriye ku Geliyê Godernê yek ji rawestgehên Karwana Mezopotamyayê ye û derbarê birîna daran de gotiye, “Polîtîkayên ewlehiyê xwezayê qir dike, dawî li bêmirovkirinê û qirkirina ekolojiyê bînin.”
50 gund wê wêran bibin
Li gorî nûçeya Medîne Mamedoglûyê ya di NûJINHAyê de hatiye weşandin, dema Bendava Farqînê bikeve meriyete wê Geliyê Godernê di bin avê de bimîne. Bendava Farqînê yek ji wan karan e ku di nava Projeya Anadolyaya Başûr Rojhilatê Tirkiyeyê (GAP) tê çêkirin.
Bi çêkirina vê bendavê re ne tene Geliyê Godernê her weha wê 50 gundên li Licê, Farqîn, Qulp û Hezroyê jî di bin avê de bimînin.
Cerdevan ji ber sedema “ewlehiyê” daran dibirin û ew dar bi barhilgiran tên barkirin. Her weha wesayitên zirxirî jî ji bo ewlahiya van cerdevanan li ser rêya Hezoyê nobetê digirin. (TY/FD)