Fotograf: CNN
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Haîtiyê ji ber barana gûr û zêde lehî rabûye û hezaz çêbûye. Di encama karesatê de heta niha 51 kes mirine.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Berevaniya Sivîlan a Haîtiyê (DPC), 18 kes winda ne û 140 jî birîndar bûne.
820 xanî rûxiyane
Li seranserê bajarî heta niha 820 xanî bi temamî rûxiyane. DPCyê diyar kiriye ku 31 hezar û 591 xanî di bin avê de mane û 40 hezar malbat tehliye bûne.
Li gorî heman daxuyaniyê, li rojavayê welêt, ji ber lehiyê ziyaneke gelekî mezin çêbûye. Gelek kes li derve mane, kelûpelên paqijiyê, xwarin û ava vexwarinê û ya paqij peyda nabe.
Serokwezîrê Haitiyê Ariel Henry diyar kiriye ku ji bo alîkarî ji qada netewî û navnetewî bên dabînkirin, gavên pêwîst hatine avêtin.
Li Haîtiyê di 5ê Hezîranê de baraneke gûr bariyabû û lehî rabûbû. Her weha hezaz çêbûbû. Di vê karesatê de 8 kes winda bûbûn, 15 kes jî miribûn.
Li heman bajarî di sala 2016an de ji ber Bahoza Matthewê zêdetirî 800 kesî miribûn.
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekgirtî (FAO) û Bernameya Xurekan a Cîhanî (WFP)yê rapor weşandiye û di vê raporê de navê Haîtiyê di nava wan welatan de derbas dibe ku li cîhanê yek ji welatên herî zêde birçîtî lê heye.
Li gorî raporê, Sûdan, Bûrkîna Faso, Haîtî û Malî li welatên mîna Afganistan, Nîjerya, Somalî, Sûdana Başûr û Yemenê zêde bûne. (AS/FD)