Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber di sala 2022yan de rêjeya şiliyê li Fransayê kêm bû, li 700 şaredariyan zêdetir, av kêm bûye û hişkesaliyê bandoreke neyênî li jiyanê kiriye.
Li gorî daxuyaniya Rêvebiriya Meteorolojiyê ya Fransayê di navbera 21ê Kanûna Paşiyê û 22yê Sibatê de li welêt hîç şilî nebariye û ji sala 1958an ango ji roja avabûna Komara 5an heta niha dirêjtirîn serdema bê şilî ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê ji France Infoyê ragihandiyê, ji ber di dema dawiyê de rêjeya ava binê erde kêm bûye agurjukên herêma Pîreneyê nikarin avê peyda bikin.
*Fotograf: AA
Xwediyên hawizên soberiyê yên li herêmê, ji bo agirkujan, avê di hawizên xwe de kom dikin. Agirkuj jî ji bo agirên li herêmê derdikevin, berê xwe didin van hawizan. (TY/FD)