Fotograf: Baroya Amedê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Hawirdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê, ji berk u li Geliyê Godernê dar hatine birin, duh (16ê Adarê) giliyê kesên peywendîdar kiriye.
Komîsyonê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî zanyariya gilîkirinê ragihandiye:
“Ji ber ku li Geliyê Godernê ya ku di navbera Farqîn, Qulp, Hezro û Liceyê de ye, bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi hezaran dar hatine birin, me giliyê kesên berpirsiyar kiriye.
“Her weha me serî li Walîtiya Amedê û Midûriyeta Karûbarên Daristanê daye ku zanyariyan bidin.
“Em ji raya giştî re radigihînin ku em li dijî talankirina xwezayê bisekinin û em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.”
Beriya ku Baro giliyê berpirsiyaran bike, Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mijar di 15ê Adarê de xistibû rojeva Parlamentoyê.
Tosûnê pirs ji Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçiyî kiribûn û gotibû, li wir şitil jî tên birîn. (TY/FD)