Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh li Çermîktî, navçeya Meletîyê bi pileya 5.6an erd hejiyabû. Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) 32 kes ji bin kavilan hatine derxistin, 140 kes jî birîndar bûne.
Li Çermîktî, navçeya Meletiyê di saet 12.04an de erd hejiyabû. Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiribû ku pileya erdhejê 5.6ê bûye.
Duh li Çermîktî, navçeya Meletîyê bi pileya 5.6an erd hejiyabû. Li gorî daxuyaniya AFADê 32 kes ji bin kavilan hatine derxistin, 140 kes jî birîndar bûne.
Bandora erdhejê li bajarên derdorê jî bûye û 6,96 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Di erdhejê de 2 kes mirine 12 jê giran 140 kes jî birîndar bûne.
Serokê AFADê Yûnûs Sezer diyar kiriye ku ji ber erdheja dawî 29 avahî rûxiyane.
(AO/AY)