Fotograf: Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê piştî erdheja yekem a Mereşê, dronek firandiye û di wê kêliyê de erdheja duyem pêk hatiye. Kameraya drone-ê kêliya ku erdheja 6ê Sibatê ya li Elbîstanê bi pileya 7,6ê pêk hatiye girtiye.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Meletiyê Selahattîn Gurkanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev dîmen weşandiye.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Meletiyê di 21ê Sibatê de weşandiye, li bajêr 3 hezar û 437 avahî hilweşiyane. (TY/FD)