Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Derbarê avahiyên ku li Edene, Hatay û Osmaniyeyê ji ber erdhejên navenda wan Mereş bûye hatine hilweşandin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê de hatiye ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de heyetên pispor ên teknîkî hatine wezîfedarkirin.
“Nimûnegirtin û xebatên li qadê hatine destpêkirin. Têkildarî nasnameya berpirsên ku înşaata avahiyan dane ser milê xwe û piştre li dijî îmarê di avahiyan de guhertin çêkirine û bûne sedema hilweşandina avahiyan, bi saziyên pêwendîdar re hevdîtin hatine kirin.
Di daxuyaniyên Serdozgeriyên Komarî yên Hatay û Osmaniyeyê de jî hatiye ragihandin ku derbarê avahiyên hatine hilweşandin yên li van bajaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (AS/AY)