Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) vê sibehê aşkere kiriye ku ji saet 8.30an pê ve di erdhejên ku navênda wan Mereş bûye de 18 hezar û 342 kes mirine û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.
Daxûyaniya fermî ya dawî duh êvarê Fûat Oktay, Cîgirê Serokomar kiribû.
Oktay diyar kiriye ku hejmara erdhejên piçûk ji duh pê ve 790 bûye. Ji vana 3 erdhej pileya wan 6, 24 jî pileya wan 5 û berjortir bûye.
Oktay daye zanîn ku ji 66 welatan ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê hatine û li qadê dixebitin û weha gotiye:
“Ji vana 4 hezar û 931 li qada ne û hezar û 756 kes jî wê hê bên. Ger îşev jî bên em ê wan tevî melzemeyê wan bişînin qadê.”
Bi hejmara personelên li qadê yên ji AFAD, Polês, Cenderme, MSB, UMKE, ekîbên ambûlansan, xwebexş, ewlekariya herêmî û ekîbên piştgiriyê yên herêmî re hejmara personelên ku li herêmê dixebitin derketiye 103 hezar û 800î. Hejmara makîneyên kar 5 hezar û 531 e û ya vîncan jî ji 900î derbas bûye.”
100 hezar kon hatine belavkirin
“Hejmara kesên ku li cihên weke yurt, pansiyon û navendên sporê hatine bicihkirin ji 500 hezarî derbas bûye. 100 hezar kon li 10 bajaran hatine belavkirin. Her weha mîlyon û 250 hezar betanî me li gund, navçe û bajaran belav kiriye.(AS/AY)