Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Erdhejên ku di 6ê Sibatê de bi pileya 7.7ê û 7.6ê yên ku li Bazarcix û Elbistana Mereşê pêk hatiye, li Sûriyeya ku şer lê didome jî bûye sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran welatiyan.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) duh (8ê Sibatê) ji saet 17.00an pê ve li Sûriyeyê hejmara miriyan derketiye 2 hezar û 802an. Ji ber erdhejan 5 hezar û 35 welatiyên Sûriyeyê birîndar bûne.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji 6ê Sibatê ve li bajarên Idlib, Heleb, Hama, Laziqiye û Tertûsê yên ku ji ber erdhejên li Sûriyê bandor bûne, berdewam dikin.
Li gorî nûçeya ajansa SANAyê, li herêmên di bin kontrola rêveberiya Şamê de ne li bajarên Heleb, Laziqiye, Hama û Tertûsê hezar û 262 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 285 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên AAyê li Bakurê Sûriyeyê ji Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), Parastina Sivîl, rayedarên herêmî, saziyên tenduristiyê û çavkaniyên herêmî berhev kirine, li vê herêmê jî herî kêm hezar û 540 kes mirine û zêdetirî 2hezar 750 kes jî birîndar bûne.
Erdhejên Mereşê: Di 12 saetan de 2 erdhej çêbûne
Di saet 04.17ên 6ê Sibata 2023an de li navçeya Bazarcixa Mereşê bi pileya 7,7an erdhejek pêk hatibû.
Li gor daneyên destpêkê yên Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) mezinahiya erdhejê 7,4 bûye. Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî mezinahiya erdhejê weke 7,8 eşkere kiribû.
Li gorî daxuyaniya AFADê, ji saet 07.50ê îro pê ve hejmara kesên ku di erdhejên Mereşê de mirine derketiye 7 hezar û 108an.
Her weha di heman roja erdheja destpêkê de saet di 13.24an de li navçeya Elbîstan a Mereşê erdhejeke din bi pileya 7,6an pêk hat.
Orhan Tatar, Rêvebirê Giştî yê Kêmkirina Rîska Erdhejê ya AFADê jî gotibû, "Li Elbîstanê erdhejeke din bi pileya 7,6an pêk hatiye. Her du jî ji hev serbixwe ne û bandor li hevdu kirine." (SD/AY)