Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li herdu navçeyên Mereşê, li Pazarcix û Elbistanê di 8ê Sibatê de bi pileya 7.7ê û 7.6ê du erdhej çêbûbûn. Ji ber van erdhejan li Sûriyeyê jî hejmara birîndar û miriyan zêde dibe.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) îro ji saet 11.30an pê va hejmara kesên ku li Sûriyeyê mirine derketiye 2 hezar û 530an û 4 hezar û 645 kes jî birîndar bûne.
Li Sûriyeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji 6ê Sibatê ve li bajarên Idlib, Heleb, Hama, Laziqiye û Tertûsê yên ku bandora erdhejê lê bûne berdewam dikin.
Li gorî ajansa nûçeyan a SANAyê, li erdhejên herêmên di bin kontrola rêveberiya Şamê de ne li bajarên Heleb, Laziqiye, Hama û Tertûsê, hezar û 250 kes mirine û 2 hezar û 45 kes jî birîndar bûne.
Erdhejên Mereşê: Di 12 saetan de 2 erdhej çêbûne
Di saet 04.17ên 6ê Sibata 2023an de li navçeya Bazarcixa Mereşê bi pileya 7,7an erdhejek pêk hatibû.
Li gor daneyên destpêkê yên Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) mezinahiya erdhejê 7,4 bûye. Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî mezinahiya erdhejê weke 7,8 eşkere kiribû.
Li gorî daxuyaniya AFADê, ji saet 07.50ê îro pê ve hejmara kesên ku di erdhejên Mereşê de mirine derketiye 7 hezar û 108an.
Her weha di heman roja erdheja destpêkê de saet di 13.24an de li navçeya Elbîstan a Mereşê erdhejeke din bi pileya 7,6an pêk hat.
Orhan Tatar, Rêvebirê Giştî yê Kêmkirina Rîska Erdhejê ya AFADê jî gotibû, "Li Elbîstanê erdhejeke din bi pileya 7,6an pêk hatiye. Her du jî ji hev serbixwe ne û bandor li hevdu kirine." (SD/AY)