Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
2 roj berê (6ê Sibatê) li Bendera Îskenderûnê ji ber erdhejê konteynirê ku li benderê bûne serobino bûbûn û agir pê ketibû ku hê jî dewam dike.
Li herdu navçeyên Mereşê, li Pazarcix û Elbistanê bi pileya 7.7ê û 7.6ê du erdhej çêbûbûn. Di dema erdhejan de konteynirên ku li bendera Iskenderûna Hatayê bûne serobino bûne û piştre agir pêketibû. Heta duh jî agirê ku bi konteynira ketibû didomiya.
Ekîbên agirkujiyê yên ku ji bajarên cûda çûne Iskenderûnê ji bejahiyê ve û helîkopterên Rêvebiriya Herêma Daristanan a Hatayê jî ji hewayê ve hewl didin agirê ku bi benderê ketiye vemirînin.
Dûyê ku ji ber şewatê derdikeve ji gelek cihên navçeya Îskenderûnê tê dîtin.
Duh helîkopterên Hêzên Bejahî û balafira Hêzên Esmanî mudaxeleyî şewata ku di konteynirên li benderê de derketibû kiriye. (TY/AY)