Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Deşta Konyayê ji ber hişkesalî û bikaranîna çavkaniyên avê yên binerdê yên bêkontrol, hejmara koncalan her sal zêdetir dibe û rewşa wan jî diguhere. Deşta Konyayê navenda dexl û danan a Tirkiyeyê ye.
Li navçeya Karapinarê ya Konyayê koncal êdî li nava zevî û jîngehan jî tên dîtin. Ev koncal di nava salan de dirûxin.
Lê hin welatî, ji ber ku wê nirxên zevî yan jî eraseyên wan kêm bike, bi derfetên xwe van koncalan dadigirin. Pispor dibêjin ku ev kar karekî gelekî xetere ye.
Nêzîkî 2 hezar û 500 koncal hene
Midûrê Navenda Bicihanîn û Lêkolînê ya Koncalan ê Zanîngeha Teknîkê ya Konyayê (KTUN) Prof. Dr. Fetûlah Arik bi Ajansa Anadolûyê re axiviye û gotiye ku di encama lêkolînan de wan li navçeyên li bakur û başûrê Konyayê, hejmara koncalan diyar kiriye:
"Li ser hev 2 hezar û 512 koncal hene ku kûrahiya 700î ji wan yên adetî ne, kûrahiya hezar û 800î jî ji metroyekî kêmtir e. Koncalên di nava zeviyên welatiyan de çêdibin, bi rêbazete amator tên dagirtin. Ji ber ku hinek ji wan bi vî rengî tên veşartin, zehmet e mirov hejmareke zelal diyar bike. Me niha di dema xebata li qadê dît ku hin koncal tên dagirtin. Bi vî rengî dagirtina koncalan ne ewle ye. Divê li gorî her koncalekê rêbazeke xweser bê diyarkirin."
Arikî gotiye ku ji ber hişkesaliya di zivistana îsal de heye ya mezintirîn salê dawî ye û bi vê re jî wê bikaranîna çavkaniyên avên bin erdê zêdetir bibe:
"Di demên berê de koncal di salên dirêj de çêdibûn, niha di demeke kurt de çêdibin. Sedema vê ya esasî, hişkesalî, kêmbûna şiliyê û bikaranîna çavkaniyên avê yên binerdê yên bêkontrol e." (TY/FD)