Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro (22ê Çiriya Paşiyê) li herêma Guadalcana ku li başûrê rojavayê Gravên Solomonê yê welatê Okyanûsyayê ye bi pileya 7an erdhej çêbuye.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk(USGS) a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandiye ku li gorî saeta herêmî di saet 13:03an de li başûrê rojavayê paytext Honiarayê erdhejeke bi pileya 7an pêk hatiye.
Li gor nûçeya BBCê, Midûriyeta Meteorolojiyê ya Giravên Solomonê piştî erdhejê yekser hişyariya tsunamiyê daye.
Li erdheja Giravên Solomonê de heta niha ti zirarê canî nehatiye tomarkirin.
Her weha di erdheja bi pileya 5,6an a ku duh li Endonezyayê pêk hatiye de hejmara miriyan derketiye 252yan.
Li gor daxuyaniya Ajansa Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê, Waliyê Javaya Rojava ku erdhej lê çêbûye, Ridwan Kamil destnîşan kiriye ku di erdhejê de herî kêm 162 kes mirine û 700 kes jî birîndar bûne.(SD/AY)