Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li eyaleta Araguaya Venezûelayê ji 8ê Çiriya Pêşiyê û vir ve ji ber barana zêde hezaz çêbûne û di encamê de hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe.
Li gorî nûçeya rojnameya Brussels Timesê, Wezîrê Navxweyî, Edalet û Aştiyê yê Venezûelayê Remigio Ceballos li ser hesabê Twîtterê yê wezaretê aşkere kiriye ku ji ber barana zêde ya li Las Tejeriasê hezaz pêk hatiye di encamê de 36 kes mirine û 56 kes jî winda ne.
Li gor daxuyaniya wezîr hezar û 200 kes beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne. Ceballos ragihandiye ku ji ber barana zêde û hezazê 317 xanî bi temamî hilweşiyane û 757 xanî jî zirar dîtine.
Madûro daxuyanî daye
Serokomarê Venezuelayê Nicolas Maduro jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî "banga hevgirtinê" kiriye.
Ji ber bûyera hewayê ya La Ninayê, li hin deverên Venezuelayê baran zêde dibare. Di 2 hefteyên dawîn da li wî welatî jiber barana zêde û karesatên ku ji ber wê çêbûne bi tevahî 42 kes mirine.
Maduro ji bo hevgirtina bi kesên ku barana zêde û hezazê bandor lê kirine re sê roj "şîna neteweyî" ragihandiye. (SD/AY)