Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Amedê ji bo avdana erdan, bax û bexçeyan û ji bo ava vexwarinê ya pez û dewaran 170 delav hene ku hinek ji wan bi xwe, hinek jî paşê, bi destê mirovan çêbûne.
Îsal ji ber krîza îklîmê, havînê şilî nebariya û mehên havînê jî gelekî germ bû. Ji ber wê jî hin delav miçiqîne hin jî li ber miçiqînê ne.
Sedemeke din a miçiqîna avên dîlavan, avdana bi metodên şaş û polîtîkayên şaş ên çandiniyê ye.
Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ), 10 gol û delavên bendan çêkiriye û ji bo avê li wan zêde bike, dest bi xebatan kiriye.
"Me berê xwe da avên bin erdê"
Serkan Demîr, ji Gundê Avcisûyê ye. Gund nêzîkî Gola Bendava Devegeçidiyê ye. Demîr xwediyê pez û dewaran e. Wî ji nûçegîhanê Ajansa Anadolûyê re gotiye ku di demên dawiyê de ajalên li der û dorê, nikarin avê peyda bikin:
"Ajalên me bê av dimînin. Ji ber baran nebariya, teyr û tilûrên koçber jî kêm bûn. Du sê salên dawiyê baran zêde nabare. Av gelekî kêm bû. Ji neçarî em diçin cihên dûr. Ji bo kaniya li dûr e, em 17 kîlometro rêyê dimeşin. Ji ber rê dûr e, ji me re jî ji ajalên me jî zehmet dibe."
Vesyî Kaplan jî ji navçeya Bismilê ye û cotkar e. Kaplanî gotiye ku du sal in baran têr nabare û kar û barên xwedî ajal û cotkaran zehmet e: "Xwediyên pez û dewaran berê ji delavan av peyda dikirin. Piştî hişkesaliyê, berê xwe dan avên bin erdê an jî ajalên xwe birin cihên din. Min jî her sal bexçeyê xwe bi ava delavê av dida. Ji ber hişkesaliyê me berê xwe da avên bin erdê."
(TY/FD)