Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Îranê ya bi navê “Pirsgirêka Kronîk a Avê ya Îranê”, Îran li yek ji herêmên herî ziha yên cîhanê ye.
Li Îranê îklîmeke ziha û nîv-ziha heye û li vî welatî salê bi qasî 242 mîlîmetre baran dibare.
Gola Ûrmiye ya li rojavayê welêt e û mezintirîn gola xweyê ya Rojhilata Navîn e, çend sal bere ji sedî 80 ziha bûbû.
Hikûmeta Tehranê krîza îklîmê û hişkesaliyê weke sedema zihabûna golê nîşan dide. Lê zanyar dibêjin ku ava diherike golê gelekî zêde tê bikaranîn, bendavan li ser çemên ku diherikin golê çêdikin û ev av jî diherikin cihên din û gol ji ber van sedeman ziha dibe.
Xetere li ser welatên din jî çêdibe
Di encama xebatên dawiyê de derketiye holê ku ji sedî 95ê golê ziha bûye ku gol di lîsteya “Rezervên Biyosferê yên UNESCOyê” de cih digire.
Zihabûna golê xetereyê ne dene ji bo Kortala Ûrmiyeyê lê ji bo welatên cîran jî çêdike.
Xweya zêde ya li gola zihabûyî bi rêya bayê diçe Tirkiye, Ermenistan, Azerbaycan, Iraq û çendîn welatên din û ev jî bandorê li berhemdariya xakên van welatan dike.
Koordînatora Bipêşxistina Polîtîkayê ya Enstîtuya Avê ya Tirkiyeyê Tûgba Evrîm Maden ji Ajansa Anadolûyê re gotiye, piştî gol ziha dibe, rêjeya xweyê jî bilind dibe û ev jî bandoreke neyênî li kalîteya av û axê dike. (TY/FD)