Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi biryara Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî, di 24ê Sibatê de biryar hatibû dayîn ku dest deynin ser mal û milkên gundiyên Gundikremo yê Şirnexê.
Erdoganî ev biryar ji bo ku şîrketa Suleyman Bolunmezî li herêmê xebatên derxistina komirê bike, daye.
Gundî li dijî vê biryarê derketibûn. Dozgeriyê ji ber ku gundî li dijî biryarê derketine, lêpirsîn ji bo wan daye destpêkirin û ji bo îfadeyên wan bigire, dozgerî bang li gundiyan kiriye.
"Zerar dane malê dewletê"
Yek ji van gundiyan Halîme Gulçena 55 salî ye. Gulçen li Gundikremo çêbûye û li wir mezin buye. Bi sedema ku nexwestiye li gundê wan li madenan bigerin û li ber wesayitên kar sekineye da ku nikaribin dest deynin ser gund lêpirsîna Gulçenê tê kirin. Ew bi tohmeta ku "zerar daye malê dewletê" tê sûcdarkirin.
Gulçenê bertek nîşanî biryara lêpirsînê daye û ji Ajansa Mezopotamyayê re gotiye, "Em gelek diqehirin. Darên me yên sedsalî hemû hatin birîn. Dizan, çeqelan û pîsan darên me birîn. Ew kesên ku çavbirçî warê me hilweşandin. Ew gund, gundê bav û kalên me bû, gundê ejdadên me bû. Goristanên me, baxçeyên me, darên me tune kirin. Bav û kalên me ku hemû emrê xwe li wir derbas kiribûn, niha hildiweşînin. Darên me, kevirên me çi lê kiribin, ku ve biribin em nizanin. Bi cerdevanan re bûn yek û gundê me xerab kirin. Ev tişta ku anîne serê me Xwedê qebûl neke. Ew maden ji wan re bibe jehr. Heqê wan nebû ku gundê me hilweşinin. Bi sedan salan me ewqasî pez li wir xwedî kir, me ewqasî keda wê axê xwar lê niha hilweşînin. Nahêlin ku em niha biçin bibînin ka çi lê kirine."
Gulçenê, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin nehiqûqiye: "Goristanên me jî xerab kirine û heta ku hestiyên bav û kalên me jî derxistine. Derbarê hemû kesên ku gotiye, 'em naxwazin gundê me xerab bibe' de lêpirsîn hatiye vekirin. Çend caran em çûn pêşiya wesayitên wan û me got, 'em naxwazin ku hûn gundê me xerab bikin' pişt re der heqê me de doz vekirin. Li ser vê rewşê jî ew li ser me bûn dozdar. Şûna ku em giliyê wan bikin û dozê li ser wan vekin, wan giliyê me kir. Heke ku qanûn hebûya edelet hebûya ev tişt nedihat qebûlkirin. Lê ne edalet heye û ne jî qanûn heye. Tu deverên cîhanê de tişteke wisa nehatiye dîtin. Li tu dewletan ev neheqiye û bêadeletiye nîne. Me tiştek nedikir. Ew gund çavkaniya me ya debarê bû. Me her tişteke xwe di wî gundî de pêk tîna. Lê hemû ji destê me çû û gundê me nadin me."
Çi bûbû?
Wezareta Jîngehê, Bajarvaniyê, Guherîna Îklîmê di sala 2021ê de ji bo 20 herêmên li navenda Şirnex, Cizîr, Qilaban, Bêşebap û Silopyayê destûra lêgerîna madenan dabû. Wezaretê dema ev biryar dabû hewce nedîtibû ku rapora Nirxandina Bandora li Derdorê (NBD) amade bike.
Yek ji van cihan Gundikremo ye ku zêdetirî 30 sal in bi sedema "ewlehiyê" ketin û derketina gund, bi destûran pêk tê.
Madena ku tê xwestin bê çêkirin wê bi bihayê 2 milyon TLyî be.
Xwediyê şîrketa wê kanaya madenê saz bike, Suleyman Bolunmez e ku demekê parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê bû. Bolunmez niha di nava Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de ye. (TY/FD)