Bandore neyênî ya krîza îklîmê ya kurewî li ser Gola Wanê dewam dike. Gola Wanê mezintirîn gola Tirkiyeyê ye ku tê de xweyê û soda heye.
Ava Gola Wanê ji ber hişkesaliyê kêm dibe. Lê hêla din jî ji ber berşoyê ava golê gemarî dibe.
Ji ber vê hişkesaliyê û ji ber ku berşoya cih û warên li der û dora golê nayê parzûnkirin, xetereyeke mezin li ser Gola Wanê çêdike.
Bi taybet ji ber ku di salên dawiyê de baran kêm bariya, ava golê gelekî kêm bûye. Bi vê re bêhna genî li der û dorê belav bûye.
Krîza îklîmê ne tenê bandorê li Gola Wanê dike. Her weha Akgola Elbakê jî ji ber heman rewşê di nava xetereyê de ye.
*Çavkanî: MA, AA