Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Logarê yê Afganistanê ji ber barana zêde û lehiyê, di 48 saetên dawî de bi kêmanî 20 kes mirine.
Berdevkê Wezareta Dewletê yê Rêveberiya Karesatan ê hikûmeta demkî yê Talîbanê Mûhammed Nesîm Hakkaniyî derbarê mijarê de daxuyaniyek daye û gotiye ku di nava du rojan de ji ber lehiyan 35 kes jî birîndar bûne.
Waliyê Logarê Mewlewî Înayatûllah Şûcayî jî duh diyar kiriye ku barana di saetên sibê de destpê kiriye, bûye sedema lehiyê.
Şûcayî destnîşan kiriye ku li navçeya Hoşiyê, ji ber lehiyê 20 kes mirine û 32 kes jî birîndar bûne, her weha 4 kes winda bûne.
Li herêmê ji ber lehiyê, ziyan gihîştiyê zêdetirî 3 hezar malî.
Berdevkê Wezareta Dewletê yê Rêveberiya Karesatan ê hikûmeta demkî ya Talîbanê gotiye ku di mehekê de li seranserê Afganistanê 165 kes ji ber lehiyan mirine. (SD/FD)