Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Têkildarî birîna daran a li Herêma Besta ya Şirnexê ku bi hinceta "ewlehiyê" destpê kiribû, ji rayedaran ti daxuyanî nehatiye dayîn. Ji bo rawestandina birîna daran daxwaznameyên ku parlamenteran dane jî bê bersiv hatine hîştin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz xwestine têkildarî talankirina daristanên herêmê bi rayedaran re hevdîtin bikin lê bersiva wan nehatiye dayîn. Her wiha parlamenteran di nava du salan de 25 pêşniyazpirsên têkildarî talanê pêşkêşî Meclisê kiribûn jî bêbersiv mane.
Parlamenterên Şirnexê yên HDPê ji bo ku birîna daran were rawestandin serî li Midiriyeta Daristan û Çandinî ya Bajarê Şirnexê, Walîtiya Şirnexê, Qaymaqamtiya Şirnexê, Wezareta Navxweyî, Şêwirmendiya Serokomariyê û bi deha car li meclîsê dane.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Nûran Imîr, parlamentera HDPê derbarê mijarê de weha gotiye:
“"Li dijî hebûna gelê Kurd êrişeke mezin heye. Tişta ku em dibêjin hebûn; ziman, çand, ax, dar û xweza ye. Li dijî nasnameya kurd a siyasî çiqasî nêzîkatiyeke dijminane hebe, li hemberî xwezaya wê jî bêwîjdanî û bêhiqûqî heye. Kurdistan bi giştî di hedefa vê konsepta şer de ye. Lê belê Şirnex ji bo dewletê her tim bûye herêmeke tampon a taybet û bi awayekî stratejîk hatiye desteserkirin. Li vir hemû lîstik, hesab, polîtîka û projeyên xwe xwestine bixin meriyetê. Di salên 90'î de di dema şerê dijwar de pênaseyên wekî ‘Komara Şirnexê’ hatin kirin. Em talankirina xwezaya herêmê di vê çarçoveyê de dinirxînin.”
Îmîrê diyar kiriye ku ev 2 sal in li herêmê têkildarî talankirina daran dixwazin bi rayedaran re hevdîtin bikin û gotiye: "Li dijî birîna daran her dem em di nava hewldanan de ne. Li ser hemû êrişên ku pêk hatine û bi taybetî jî li dijî vê talankirina xwezayê me hem serî li Midûriyeta Daristanan a Şirnexê hem jî li midûriyetên herêmê serlêdan kirin. Her wiha daxwazên me yên hevdîtina bi qeymeqam re jî çêbûn. Lê tu bersiveke erênî ji nedan me.”
“Şirnex her tim di bin navê 'ewlehiyê' de bêxwedî hat hiştin. Yên ku wek pêşengê demokrasiyê dihatin hesibandin qet dengê Şirnexê nebihîstin. Li vir armanca sereke valakirina Cûdî û Botanê û guhertina demografiya wan e.”
(TY/AY)